Nivîskarekî navdar yê Amerîkî: Dema wê hatiye Kurdistaneka serbixwe çêbibe

Nivîskarekî navdar yê Amerîkî: Dema wê hatiye Kurdistaneka serbixwe çêbibe

12:27:59

 

Rojava News: Nivîskar û rojnamevanekî navdar yê Amerîkî dibêje, dema damezirandina Kurdistana serbixwe hatiye.

Nivîskar û rojnamevanê navdarê Amerîkî Hugh Fitzgerald gotarek bi navê “Dema Kurdistaneka serbixwe hatiye” nivîsiye û di malpera bi navê “Jihadwatch.org” de belav kiriye.

Hugh Fitzgeral dibêje, li gorî peymana “Sevres”, çêbûna Kurdistaneka serbixwe normal û rewa ye. Kurdistana serbixwe dê hejmara dostên Amerîka û dijberên terorîzmê li cîhanê de zêde bike ji ber wê jî divê Amerîka alîkariya kurdên Kurdistana Iraqê bike bo ragihandina serxwebûnê.

Wî rojnamevanê biyanî aniye ziman ku wextê wê hatiye Kurdistaneka serbixwe derkeve holê û gotiye, bi baweriya min ew dewleta nû dê neyarên Amerîka (Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye) li Rojhilata Navîn lawaz bike.

Hugh Fitzgeral di berdewamiya gotara xwe de dibêje, yek ji sebebên din yên ku nîşan didin dema wê ye serxwebûna Kurdistanê were ragihandin, alîkariyên Amerîka bo Kurdistana Iraqê ne ku ji sala 1991 ve heta niha didomin, bi taybet di şerê DAIŞê de.

Heta niha Amerîka bi eşkere ne dijîtiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê kiriye ne jî piştgiriya wê kiriye.