Dadgehê, biryara Trump a qedexeya vîzeyan bê mawe rawestand!

Dadgehê, biryara Trump a qedexeya vîzeyan bê mawe rawestand!

12:32:37

 

Rojava News: Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson ku di 15ê Adarê de biryara Trump a qedexeya vîzeyan dabû rawestandin ragihand ku hetanî biryareke duyemîn biryara qedexeya vîzeyê bê mawe hat rawestandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6ê Adarê de piraniya wan misilman ji bo hemwelatiyên 6 welatan biryara qedexeya vîzeyê îmze kiribû.

Dadgerê federal ê Hawaiyê Derrick Watson derbarê mijarê de daxwaza dawekaran nirxand û di biryara xwe ya duhî de biryara qedexeya vîzeyê ku bi demkî rawestandibû bi awayekî bê mawe guherand.

Watson di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Dadgeh nikare vekişe qoziyekê, derebeyên xwe bigire û weke ku tu tişt nebuye tevbigere. Biryara ku me girtiye rast e û ez li pişta biryara xwe me." 

Piştî vê biryara Watson, Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku ew ê dozê bibin Dadgeha 9emîn a Temyîzê.