12:16:20
Rojava News: Li bajarê Parîsa paytexta Fransayê di şahiyeke li banliyoya bi navê Villepinteyê dihat lidarxistin de teqîn pêk hat û di encamê de jê 3 giran, 20 kes birîndar bûn.
Li Parîsê êvariya îro roja Yekşema 1ê Nîsanê li Parîsê teqînekê rû da.
Di encama teqînê de jê 3 giran bi giştî 20 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya rojnameya Lexpressê teqîn ne êrîşeke terorê ye û ew teqîn di encama qezayekê de qewimiye.
Tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin û polîsan jî li derdorê bergiriyên ewlehiyê girtine.
