13:11:39
Rojava News: Serokê Kolombiyayê Santos ragihand ku bajarê Mocoayê weke herêma afatê îlan kirine û hêjmara miriyan her diçe zêde dibe.
Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand ku di afata Pûtûmayoyê da 200 kes mirin.
Santos derbasî Macoaya navenda eyaleta Pûtûmayoyê bû û bi rayedaran re hat bal hev. Santos piştî hevdîtinê daxuyaniyeke da û got ku Mocoa weke cihê afatê hatiye îlankirin û hêjmara kesên di lehiyê de mirine heta niha 200 derbas kir.
Herwiha nêzî 200 kes jî birîndar bûn. Santos ragihand ku hêzên Çekdar ê Kolombiyayê bi ji 2 hezarî zêdetir leşker û 4 helîkopter û 5 balafiran xebatên xwe yên rizgarkirinê didomîne.
Ji bajarên derdorê alîkariya xizmeta tenduristiyê jî tê dayîn. Santos ji bo daxuyaniyên piştgiriyê yê Perû, Panama û Îspanyayê jî spasiyên xwe şand.
