Hejmara kuştiyên St. Petersburgê gihîşte 14an

Hejmara kuştiyên St. Petersburgê gihîşte 14an

12:32:10

 

Rojava News: Wezîra Tendirustî ya Rûsyayê Veronîka Skvortsova di axaftina xwe de ragihand ku di êrişa terorî ya duhî li St. Petersburgê de hejmara kuştiyan derkete 14an.

Wezîra Tendirustî ya Rûsyayê Veronîka Skvortsova di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Hejmara kesên ku di teqîna terorî ya li bajarê Saint Petersburgê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 14an. 11 ji wan li cihê bûyerê û 3 ji wan jî di nava êşeke giran de jiyana xwe ji dest dan.

Veronîka Skvortsova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li nexweşxaneyên bajêr 49 birîndarên me hene û piştî dermankirinê 13 ji wan şandin malê."