Mogherini: Esed berpirsê êrîşa kîmawî ya li bajarê Idlibê ye

Mogherini: Esed berpirsê êrîşa kîmawî ya li bajarê Idlibê ye

12:12:47

 

Rojava News: Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku, Esed berpirsê êrîşa kîmawî ya li bajarê Idlibê ye.

Di civîna  Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê  Federica Mogherini û Nûnerê Navdewletî ya Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura li Brukselê derbarê êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê  û di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed berpirsê êrîşa kîmawî ya li bajarê Idlibê ye.

Ji aliyê xwe ve jî opozîsyona Sûriyê rêjîma Sûriyê bi encmdana wê komkujiyê tawanbar kir û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku bi erkên xwe li hember vê komkujiyê rabe û lêkolînekê derbarê wê êrîşê de bike.

Herwiha Artêşa Sûriyê ji aliyê xwe ve redkir ku, ew êrîşa Kîmyawî li gundê Xan Şêxon encam dabe û got ku, wan ne niha û ne jê berê çekên bi awayî bikarneanîne.

Îro gundê Xan Şêxonê ya li parêzgeha Idlibê bi çekê kîmawî ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate bombebarankirin.