Rojava News: Wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon) êrîşên esmanî yên li ser rêxistina terorîst a DAIŞê aşkera kir.
Daxuyaniya ji aliyê Pentagonê ve hate dayîn de tê gotin, ji destpêka êrîşên DAIŞê yên bo başûrê Kurdistanê, 12 welatên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê 371 êrîşên esmanî kirin ser binkeyên rêxistinê.
Wezareta berevaniya Amerîkayê ragehand, ji destpêka êrîşan heta naha balefirên şer ên Amerîkayê 7469 cara binke û baregehên DAIŞê bombebaran kirine.
Piştî êrîşên DAIŞê yên li ser başûrê Kurdistanê, 13 welatên cîhanê bi serokatiya Amerîkayê hevpeymaniyek navnetewî li dijî DAIŞê pêkanîn.
