Trump stratejîstê xwe yê sereke ji kar avêt

Trump stratejîstê xwe yê sereke ji kar avêt

1:49:52 AM

RojavaNews: Serokê Amerîkayê Donald Trump, Stratejîstê xwe yê Sereke Stephen Bannon, ji Encumena Ewlehiya Netewî ya Koşka Spî derxist.

Stephen Bannon kesayeteke wisa ye ku di nav Partiya Komarîparêz jî weke “nijadperset û rastgirê tund” hatiye binavkirin.

Bi taybetî jî, helwestên wî yên li dijî çapemeniyê, bal kişandiye ser wî. Li dijî medyayeke ku rexne li Trump digirt, peyama “bila demek, zimanê xwe bigre” dabû.

Nûçeya di derbarê derxistina ji konseyê de cara yekem, li rojnameya Washington Postê hatibû belavkirin.

Di wê nûçeyê de hatibû îdiakirin ku Trump, dê hemû konseyê biguherîne û li ser ekîba nû jî, zavayê xwe Jared Kushner deyne.

Stephen Bannon serokê lijneya rêveberiya saziya weşanê ya bi navê Breitbart e ku ji ber weşanên rik û kînê rexne lê tê girtin. Herwiha Bannon berê jî, bi gotin û daxuyaniyên xwe yên ne li gor partiya xwe, balê kirşandibû ser xwe.

Stephen Bannon li Artêşa Amerîkayê jî weke serbazekî payebilind erkdar bûye û 62 salî ye. Herwiha Bannon ji aliyê rayedarên Partiya Demokrat ve weke şêwirmend hatibû peywirdarkirin.

Beriya Bannon, Michael Flynn ji aliyê Trump ve weke Şêwirmendê Ewlehiya Netewî hatibû diyarkirin, lê beriya ku dest bi kar bike, li ser îdiayên “bi rayedarên Rûs re pêwendiyên wî hene” di meha Sibatê de îstîfa kir.