13:48:17
Rojava News: Balafireke F-16 ya Hêzên esmanî ya Amerîkayê piştî rabûnê bi 10 kîlometreyan nêzîk Washingtonê ketxwar.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya hêzên esmanî ya Amerîkayê balefirek şer a F-16C ku li binkeya esmanî ya Andrewsêya li eyaleta Marylandê ji bo firîna perwerdehiyê rabibû ketxwar.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerakirin ku bûyer çend kîlometro nêzîk Andrewsê qewimiye û pîlot bi sîstema kursiyê ku di dema xetereyê de ji nişka ve pîlot diavêje derveyî firoke rizgar bûye. Hat ragihandin ku di encama bûyerê de mirî û birîndar tunene.
Balefir di 113.mîn Baskê Nêçîrvan de cih digre û herwiha 113.mîn Baskê Nêçîrvan weke "Pasevanên Paytext" tê nasîn.
