13:59:38
Rojava News: Hejmara welatiyên ku di lehiya bajarê Mocoa ya Kolombiyayê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 293an.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos di axaftina xwe de ragihand ku hejmara welatiyên di bûyera lehiyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 393 kesî.
Serokê Kolombiyayê Santos li herêma Putumayo derbarê bûyera lehiyê de agahiyên nû li raya giştî parve kirin. Santos di axaftina xwe de got: "Mixabin her diçe hejmara welatiyên ku di afatê de jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Hejmara miriyan gihîşte 293 kesî û heta niha me 195 cenaze teslîmî malbatên wan kirin."
Santos di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hejmara kesên ku di afatê de birîndar jî bûn gihîşte 332 kesan û ji wan 119 kes piştî dermankirinê çûne malên xwe. Herwiha ji 467 kesên windayî 34 kes bi mirîtî hatin dîtin û ji wan 119 kes jî bi saxîtî hatin dîtin."
Di vê navberê de Santos li ser hisabê xwe yê medya civakî spasiya Îmarata Erebî ya banga alîkariyê kir.
