Ji ber xela û kolerayê 400 kes mirin!

Ji ber xela û kolerayê 400 kes mirin!

14:07:14

 

Rojava News: Ji ber xela, ziwatî û nexweşiyên cur be cur li Rojhilata Başûrê Somaliyê her roj bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin. Hat ragihandin di nava mehekê de hejmara kesên ku ji ber rewşa giran jiyana xwe ji dest dan e ji 400î derbas bûne.

Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê yê Somaliyê ve hat ragihandin ku ji ber kolera û xelayê li navenda Somaliyê û bi taybetî li rojhilata başûrê Somaliyê de din av mehekê de 400 kes mirine. Hat ragihandin herî zêde kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Her wiha li gorî agahiyan li Somaliyê ji ber kolera, şob û nexweşiyên ji ber xelayê ji 18 hezarî zêdetir kes di nexweşxaneyan de tên tedawîkirin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî ji sala 1945an û vê de ji ber xelayê sala herî dijwar îsal e.