14:17:14
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser komkujiya bi çekên kîmyayî ya li Idlibê bertek nîşan da û got: “Tiştên ku duh qewimîn, ji aliyê min ve nayên qebûlkirin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li gel Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê 2yemîn, konfranseke rojnamevaniyê li dar xist.
Trump di konfransê de li ser bûyera ku li Idlibê çekên kîmyayî hatibû bikaranîn, got: “Mirovên bêguneh, zarok û bebikên xweşik jiyana xwe ji dest dan. Destûr nayê dayîn bo çalakiyên qirêj ên Esed.”
Serokê Amerîkayê diyar kir, ku ew aşkere nake ku ji aliyê leşkerî ve ew dê çi bikin, û tekez kir: “Berpirsyariya min heye ku li dijî êrîşa ku li Sûriyê bi çekên kîmyayî hate kirin, ez dest bi tevgerê bikim. Tiştên ku duh qewimîn, ji aliyê min ve nayên qebûlkirin.”
Donald Trump diya kir ku li hember Esed, helwesta wî guherî û got: “Helwesta min a li hember Sûriye û Esed pir guherî. Ev bûyer xeta sor jî derbas kir û li gor min gelek xetan derbas kir.”
Duh danê sibê 04-04-2017 li bajarokê Xan Şeyxûnê ya ser bi bajarê Idlibê bi gaza jehrî bombebaran hate kirin û di encamê de herî kêm 100 kes hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûn.
Piraniya qurbaniyên wê bombebaranê jî jin û zarok bûn.
