14:32:50
Rojava News: Wezîrê derve yê Fransa ragahend, ku serokê rejîma Sûriyê dê wek tewanbarê şer bê dadgeh kirin.
Îro 06.04.2017ê wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ji ajansa nûçeyên CNews re ragehand, nabe tewanê kîmyabarana Xanşeyxun bê ceza bê borîn.
Jean-Marc Ayrault ragehand, ku lêkolîn dane destpê kirin û NY (Netewên Yekbûyî) jî lijneyek ava kiriye û dadgehek dê bê ava kirin û serokê rejîma Baas a Sûriyê Beşar Esad wek tewanbarê şer dê bê dadgeh kirin.
Roja 04.04.2017ê balefirên şer ên Sûriyê bi çekên kîmyayî navçeya Xanşeyxun a parêzgeha Îdlibê bombebarann kir û ji ber bombebaranê 58 kesan jiyana xwe ji dest da, ku piraniya wan zarok bûn û 300 kesên din jî birîndar bûn.
