13:33:08
Rojava News: Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev, ji ber gotinên ‘Heta Esad li ser kar be, çareseriya siyasî nepêkan e’ Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley bi sabotekirina hevdîtinên aştiyê sûcdar kir.
Kosaçev li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsand: "Gotinên Nikki Haley hewildanên civaka navdewletî yên destpêkirina gotûbêjên rasterast ên navbera muxalîfan û hikûmeta Sûriyê yekser sabote dike. Ev gotinên Amerîkayê hem ji aliyê muxalîfên nermrê hem jî ji aliyê muxalîfên çekdar ve dê bê xwendin. Wê çûna xwe ya Astana û Cenevreyê bidin lêpirsînê."
Haley gotibû, heta Esad li ser kar be çareseriyeke siyasî di krîza Sûriyê de ne pêkan e.
