13:51:26
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump di nameya xwe ya ku li ser êrîşa bargeha asmanî ya Şayrat a Sûriyê ji lîderên kongresê re şandiye de diyar kir ku pêwîst bike ew amade de çalakiyên din ên leşkerî pêk bînin.
Trump di nameya xwe ya ku xîtabî Berdevkê Encûmena Nûneran Paul Ryan û Serokê Demkî yê Senatoyê Orrin Hatch kiriye de, sedemên êrîşa Şayratê rave kir û got, ‘Min erka xwe ya destûrî ya wek serfermandar û serok bo min hatiye dayîn bikar anî û li gor berjewendiyên xwedî girîngiyeke jiyanî yên ewlehiya netewî û polîtîkaya derve tevgeriyam.'
Trump herwiha da xuyakirin ku heger pêwîst bike dê Amerîka ji bo pêşvebirina berjewendiyên xwe yên netewî li Sûriyê çalakiyên din jî pêk bîne.
