May û Trump wê Rûsyayê ji bo nebûna Esad qanih bikin

May û Trump wê Rûsyayê ji bo nebûna Esad qanih bikin

12:31:15

 

Rojava News: Piştî ku Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn, ofîsa çapamenî ya Îngîltere daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Serokwezîra Îngîltere Theresa May û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn û herdu serok gihîştine wê qenaetê ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ne li gorî berjewendiyên stratejîk ên Rûsyayê ye û dixwazin di wê mijarê de Moskowê qanih bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "May îşev bi Trump re mijara êrişa çekên kîmyewî ya hefteya borî ku li Sûriyeyê qewimî nirxandin. Serokwezîr û serok gihîştin wê qenaetê ku ew dikarin Rûsyayê qanih bikin lewra êdî Beşar Esad ne li gorî berjewendiyên stratejîk ê Rûsyayê ye û firsendêke niha."

Herwiha li gorî daxuyaniyê May û Trump Îranê ji bo Rojhilata Navîn metirsî û tehdîdeke mezin dinirxînin. Herdu serok rewşa Rojhilata Navîn jî nirxandin û gihîştin wê qenaetê ku Îran ji bo hemû herêmê metirsî û tehdîd e.