13:47:50
Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump Serokê Sûriyeyê Beşar Esad îma kir û ragihand ku Pûtîn piştgiriya ‘kesekî gelekî pir xirab kir' ev hevkarî Rûsyayê di nava cihanê de nebaş dide nişandan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya Fox Businessê de faturaya rewşa heyî ya Sûriyeyê ji piştgiriya Moskowa ya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re birî û Esad şibande ‘heywanan'.
Donald Trump di axaftina xwe de got: "Heke Rûsya neçûna Sûriyeyê û piştgiriya wî heywanî nekirbûna tu pirsgirêk li holê nedima. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştgiriya kesekî pir xirab kir û ev hevkarî jî Rûsya li cihanê nebaş nîşan da."
