13:39:36
Rojava News: Serokê Rusyayê Vladimir Putin, di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala televîzyonî ya Rusî Mir24 de rexneyên tund li desthilata nû ya Amerikayê û Serokê wê Donald Trump kirin.
Li ser pirseke birêvebirê bernameyê Putin diyarkir ku, “Li gel Amerîkayê peyveniyên me di ware pêwendiyên dûalî, baweriyê, danûstandinên piralî, bi taybetî di ware leşkerî, ez dikarim bibêjim ku lawaztir bûn”.
Herweha Putin girêdayî êrîşa Amerika ser bi binkeya Şîerat a leşkerî li Suriye rexne li Amerika û Trump kirin û got ku “Suriye di warê hilweşandina çekên kimyayî de sozên xwe bicîh anîn”.
Gava Trump wekî Serokê Amerikayê hate hilbijartin, dihate çaverêkirin ku pêwendiyên Washington û Moskowa nêzîktir bibin, lê Putin ev yek red kir.
