13:53:28
Rojava News: Gengeşiya li nîvgirava Koreyê berdewamê û li gorî medyaya Koreya Başûr Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) 3 keştiyên balafirên şer şandin peravên Koreyê.
Li gorî nûçeya ajansa Yonhapa Koreya Başûr ku dispêre çavkaniyekî kihûmetê, Wezareta Parastin a Amerîkayê keştiyên balafirên şer ên bi navê USS Carl Vinson, USS Nimitz û USS Ronald Reagan şandin peravên Koreyê.
Li gorî îdîayan Amerîka û Koreya Başûr dixwazin bi van hersê keştiyên balafirên şer tetbîqateke hevpar pêk bînin.
Hat ragihandin ku USS Carl Vinson wê di 25ê Nîsanê de here Deryaya Japonyayê û yên din jî dê wê bişopînin. Herwiha di serê meha nîsanê de keştiya USS Carl Vinson bi hinek keştiyên din re çibû nîvgirava Koreyê
Ji aliyê din ve berpirsên Wezareta Parastin a Amerîka û Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihandibûn ku rêvebiriya Pyongyangê şeva yekşemê ji qeraxê rojhilatê welat moşekek ceriband lê ceribandina moşekê bi ser neket.
