Wezîrê alman bangî Tirkiyeyê kir: Bila îdîayên bêrêtiyê werin zelalkirin

Wezîrê alman bangî Tirkiyeyê kir: Bila îdîayên bêrêtiyê werin zelalkirin

13:36:24

 

 

Rojava News: Li ser îdîayên ku di referanduma guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de bêrêtî hatine kirin wezîrê alman Maiziere bangî Tirkiyeyê kir û ragihand ku bila ev îdîa werin zelalkirin.

Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê ku ji Partiya Yekîtiya Xrîstiyanên Demokrat Thomas de Maiziere di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Rheinische Postê de got: "Li hemberî şertên heyî yên Tirkiyeyê tiştên ku em bêjin divê ji bo îdîayên ku têne gotin berî kêliyekê mijar were zelalkirin. Ez hêvî dikim hikûmeta Tirkiyeyê encamên referandumê bi şêweyî pekane binirxîne û gengeşiyê zêde nek."

Herwiha çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGIT) û Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê ku pêvajoya referanduma 16ê Nîsanê şopandibûn gotibûn ‘referandum di bin rêjeya standardên navneteweyî de maye'.

Ji aliyê din ve piştî daxuyaniya AGITê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû ‘rêxistineke bi navê AGITê heye. Raportan amade dikin. Dibêjin li Tirkiyeyê hilbijartin wiha bûne nizam çawa çêbûne… Hedê xwe bizanibin. Em ne guh didin raportên we yên siyasî û ne jî dibînin. Em ê rêya xwe dewam bikin. Çîroka j imin re nebêjin."