Rûsyayê ji bo hevkêşiya penaberan leystoka kompîterê çêkir

Rûsyayê ji bo hevkêşiya penaberan leystoka kompîterê çêkir

13:14:45

 

Rojava News: Rêvebiriya bajarê Moskowê yê paytextê Rûsyayê ji bo hevkêşiya penaberên ku li herêmê dijîn û jiyana wan hêsan bikin leystokeke kompîterê çêkir.

Rêvebiriya bajarê Moskowê berê jî ji bo penaberên ku hatibûn herêmê û bikaribin bi hêsanî li bajêr bijîn kilawuzeke wêneyan ku ji qahremanên çîrokên rûsî pêk dihat amade kiribû. Rêvebiriya bajêr bi vê armancê niha jî leystokeke kompîterê amade kir. Di leystokê de bikarhêner weke penaber dikarin li kolanên bajêr bigerin.

Serokê Departmana Têkiliyên Navherêmî û Polîtîkaya Neteweyî Vîtaliy Suçkov di axaftina xwe ya ajansa nûçe ya Moskowê de got: "Leystok ji bo penaberên ku li bajêr dijîn di çarçoveya qaîdeyan de tiştên ku dixwazin ji wan re dibe alîkar. Em hêvî dikin ev ewlehiya bajêr zêde bike û hejmara penaberên derqanûnî ku li bajêr dijîn kêm bike."