Encamên Hilbijartina Fransayê: Macron bi 2.2 puanan kete pêşiya Le Penê

Encamên Hilbijartina Fransayê: Macron bi 2.2 puanan kete pêşiya Le Penê

12:35:20

 

Rojava News: Encamên hilbijartinên Serokomariya Fransayê hatin eşkerekirin û li gorî encaman, Emmanuel Macron bi 2.2 puanan li pêşiya Marine Le Penê ye.

Li gorî encaman namzedê serbixwe Emmanuel Macron ji sedî 23.82ê dengan wergirt bû yekemîn û namzeda Partiya Niştîmanî Marine Le Pen jî ji sedî 21.58ê dengan wergirt. Namazedê Partiya Komarî François Fillon %19.96ê dengan bi dest xwe aniye.

Herwiha namezdê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon jî %14.49ê dengan û namzedê partiya Sosyalîst Benoît Hamon %6ê dengan bi dest xisitn. Li gorî encamên hilbijartinê Emmanuel Macron û Marine Le Pen mane tura duyemîn.

Gera duyemîn a hilbijartinên Serokomariya Fransa di 7ê Gulana 2017an de pêk were.