12:42:12
Rojava News: Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew amade êrişî keştiya şer a USS Carl Vinson ku Amerîkayê ew şandiye Nîvgirava Koreyê.
Gengeşiya navbera Koreya Bakur, Amerîka û hevalbendên wan ên asyayî zêde dibe. Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara şandina keştiya şer a balafiran USS Carl Vinson bo Nîvgirava Koreyê da vê carê jî Partiya Karker ku li Koreya Bakur li ser rêvebiriyê ye bersiveke tund da.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, rojnameya Rodong Sinmun ku weşana fermî ya komîteya navendî a partiyê ragihandiye ku hêzên me yên şoreşger dikarin bi yek derbê keştiya şer a balafiran a Amerîkayê binav bikin û ji şer re amade ne.
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence roja şemiyê di axaftina xwe de ragihandibû ku keştiya şer a USS Carl Vinson hetanî dawiya mehê wê bigihîje cihê, lê cihê keştiyê tam eşkere nekiribû. Tê gotin ku du keştiyên Japonyayê jî tevlî fîloya Amerîkayê bûne û wê li Rojavayê Pasîfîkê tetbîqateke hevpar li dar bixin.
