Ji Kremlînê bo hilbijartina serokomarî ya Fransayê daxuyanî

Ji Kremlînê bo hilbijartina serokomarî ya Fransayê daxuyanî

13:25:27

 

Rojava News: Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo encamên hilbijartina serokomarî ya Fransayê ragihand ku em rêzê li biryara frensiyan digirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe ya ji bo encamdayîna hilbijartina serokomarî ya Fransayê de got: "Em rêzê li biryara gelê Fransayê digirin.

Rojnamevanan ji Peskov daxwaz kir ku derbasbûna tura duyemîn a serokê Hereketa Meşê ‘En Marcheyê' Emmanuel Macron û seroka Eniya Neteweyî Marine Le Penê şîrove bike. Peskov jî di bersiva xwe de got: "Em rêzê li biryara gelê Fransayê digirin û em dixwazin têkilî û pêwendiyên baş bi Fransayê re deynin."

Macron û Le Pen di tura duyemîn a 7ê Gulanê de ji bo serokomariya Fransayê dê werin pêşberî hev.