Rojava News: Seroka Partiya Eniya Niştîmanî ya Fransî Marine Le Pen piştî ku di hilbijartinên serokomariya Fransayê de digel Emmanuel Macron mafê gera duyem bidest xist, ragihand ku ew dê seroktiya partiya xwe berde.
Le Pen di daxuyaniya xwe a televizyona France 2yê de da zanîn ku wê biryara xwe îro standiye û got, ‘Ez ê li derveyî fikarên partîzanî bimînim.'
Le Pen ev biryara xwe piştrast nekir, lê got, ‘Nêzî dema diyarkirinê' bûme.
Marine Le Pen seroktiya partiyê di sala 2011an de ji bavê xwe wergirtibû. Le Pen di hilbijartina serokomariyê ya doh birêve çû de jî wekî Eniya Niştîmanî bi 7.6 milyon dengan, dengên herî zêde yê partiya xwe standibû.
