11:32:46
Rojava News: Rojnameya Îzvestiyayê di nûçeya xwe de ragihand ku Rûsyayê li ser daxwaza Amerîkayê dîsa peymana qada hewayî ya Sûriyeyê memorandum xiste meriyetê.
Îzvestiyayê di nûçeya xwe ku sparte çavakaniyên Wezareta Derve ya Rûsyayê de ragihand ku Washîngton ji bo li qada hewayî ya Sûriyeyê bûyerên nexweş ku nayên xwestin çênebin ji Moskowê rica kir ku dîsa peymanê têxin meriyete.
Li gorî çavkaniyekî din ê wezaretê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson rica kiriye û ji bo ku balafirên herdu welatan neyên beramberî hev peyman di 13ê Nîsanê de ketiye meriyetê.
Herwiha siyasetmedarên rûsî di axaftina xwe ya rojnameya Îzvestiyayê de ragihandin ku Washîngton gengaz bû vê gavê biavîne ji bo ku kordînasyona bêyî Rûsyayê dibe encamên neyînî bi xwe re bîne.
Ev mijara navborî ya memorandumê piştî êrişa Amerîka ya li ser baregeha Şayrat a nêzî Hûmsa Sûriyeyê ji terefê Rûsyayê ve hatibû rawestandin. Ji xeyrî betalkirina hevkariya qada hewayî Moskowê ‘xeta sor' ku ji bo pêwendiyên artêşan hatibû avakirin jî hatibû sekinandin.
