Obama ji bo ku di konferansê de biaxive 400 hezar dolar distîne!

Obama ji bo ku di konferansê de biaxive 400 hezar dolar distîne!

 

12:33:41

Rojava News: Hat ragihandin ku Serokê Amerîka yê berê Barak Obama ji bo ku di konferanseke yek ji şirketên Wall Streetê de biaxive 400 hezar dolar distîne.

Li gorî nûçeyên çapameniya Amerîkayê, Barak Obama ji bo ku tevlî konferansa şirketa Cantor Fitzgeraldê bibe û li wir axaftinekê pêşkêş bike wê 400 hezar dolar bistîne. Wall Street wekî navenda fînans a welêt tê naskirin.

Şirketa Cantor Fitzgerald di meha îlonê de wê li ser mijara tendirustiyê konferansekê li dar bixe û Barak Obama jî dê wekî axaftvan tevlî bibe û di xwarina nîvro ya konferansê de wê biaxive.

Piştî krîza fînansî ya sala 2008an ku li seranserê welat rûda Serokê Amerîka yê wê demê Obama şirketên Wall Streetê berpirsyar nîşan dabûn û gotibû krîz ji ber fealiyetên van şirketan li welat peyda dibe.