Pentagonê bersiva Erdogan da: Haya me ji bordûmana çiyayê Şingalê nebû

Pentagonê bersiva Erdogan da: Haya me ji bordûmana çiyayê Şingalê nebû

13:01:19

 

Rojava News: Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, ew ji bordûmana çiyayê Şingalê û baregehên Pêşmerge ji aliyê Tirkiyê ve dilgiran bûne û haya wan jî ji wê yekê nebûye.

Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway li ser bordûmana çiyayê Şingalê û baregehên Pêşmerge ji aliyê balafirên Tirkiyê ve daxuyaniyek da û ragihand, haya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya DAIŞê ji wê bordûman nebû.

Wî rayedarê Pentagonê her wiha diyar kir ku ew ji bordûmana çiyayê Şingalê û baregehên Pêşmerge dilgiran bûne û dilgiraniya xwe jî gihandine rayedarên Tirkiyê.

Berdevkê Pentoganê anî ziman ku balafirên şer yên Tirkiyê, baregehên Pêşmerge, ku hevpeymanê Amerîka ye, bordûman kiriye ji ber wê jî dilgiran bûne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû, beriya bordûmana çiyayê Şingalê, Amerîka û Rûsya û hêzên hevpeyman ji aliyê Enqerê ve hatine agahdarkirin.

Erdogan gotibû, qesta bordûmana Şingalê qet Pêşmerge nebûye tenê PKK bûye.