14:45:20
Rojava News: Di qurseke taybet a Qur-anê de zarokêk 11 salî yê bi navê Mohamad Thaqif Amin Mohd Gaddafî ji ber ku dengê xwe bilind kiriye, ji aliyê alîkarê Mûdirê qursê ve bi xortumê hat lêdan. Zarok jiyana xwe ji dest da.
Bûyer li eyelata Johore ye girêdayî Malezyayê di dibistanek taybet de rû da. Piştî vê bi rojekê, zarokê ku hatibû lêdan bi awayekî giran rakirin nexweşxaneyê û ket komayê. Zarokê bê talih li nexweşxanê jî ji ber enfeksiyonê, herdû lingên wî hatin birîn. Lê zarok jiyana xwe jî dest da.
Piştî mirina zarokî, derkete hole ku zarokê biçûk, di rojnivîska xwe de wiha nivîsandiye: "Xudayê min ê mezin, ji kerema xwe re bila dê û bavê min, min bişinîn dibistaneke din."
