Fransa: hikûmeta Esed çekên kîmyayî bi kar aniye

Fransa: hikûmeta Esed çekên kîmyayî bi kar aniye

15:19:51

 

Rojava News:  Wezîra Derve ya Fransa ragihand, ew gaza ku di êrişa kîmyayî ya Xan Şêyxûnê de hatiye bikar anîn, ji aliyê hikûmeta Sûriyê hatine çêkirin.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault îro çarşembî di konferanseke rojnamevanî de got, ew kesên ku ew Gaz bi kar anîne yan jî çêkirine divê li Dadgeha Navdewletî werin mehkemekirin.

Jean-Marc Ayrault got:

“Em dizanin ku ew gaza kîmyayî ku zêdetir ji 80 kes li Sûriyê bi kuştin da, gaza sarîn bû, nimûneyên wê gaze li cihê bikaranîna wê anîne û hatiye taqîkirin. Çendîn hevbeşên me lêkolînên me piştrats kirine, ji wan jî rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî.”

Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha destnîşan kir, ku Fransa dê bi hevalbendên xwe re ji bo dadgehîkirina aliyên tawanbar bixebite.

Jean-Marc Ayrault diyar kir: “Ewên ku li piştî tawana Xan Şêyxûnê û herwiha êrişên din ên kîmyayî ne, divê ji bo dîrokê rûbirûyê dadgeha navdewletî bibin, li hember wan tawanên ku kirine. Fransa li gel hevpeymanên xwe li ser vê mijarê dixebite.”