Mogherini: Em rêzê li encamê referendûmê digrin

Mogherini: Em rêzê li encamê referendûmê digrin

12:26:13

 

Rojava News: Berpirsa pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini girêdayî encama referendûma Destûrî ya Tirkiye ya 16ê Nîsanê ragihand: Em rêzê li encaman digrin.

Pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiye di pêvajoya referendûmê de aloz bû bûn. Bi taybetî piştî ku, çendîn welatên Ewrûpayê qedexe li ser propagandakirinê û civînên berpirsên hukimeta Tirkiye li welatê xwe ragihandibûn. Tirkiye û Ewrûpa hevûdu bi gotinên dijwar tewanbar kiribûn.