Meksîka: 61 cenaze hatin dîtin

Meksîka: 61 cenaze hatin dîtin

Rojava News: Li bajarê Acapulco yê başûrê Meksîka di krematoryumekê de 61 cenaze hatin dîtin.

 

Li bajarê turîstîk Acapulco yê li başûrê Meksîka 61 cenaze hatin dîtin. Rayedarên Meksîkî yên daxuyanî dan Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP)’ê diyar kirin ku xebatên tespîtkirina cins û temen dikin.

 

Rayedarekî got, “Heta niha me 61 cenaze tespît kir. Em dixebitin ka çend, jin, zarok û zilam in. Polîsekî ku nexwest navê xwe bide jî got ku cenaze di krematoryumeke ku berî niha bi salekê hatiye terkkirin de hatine dîtin.

 

Duh piştî bêhnên xerab ku polîs hatin agahdarkirin, gora komî derket holê. Dozgeriyê jî diyar kir delîl hene û dibe ku hin kes bên girtin.