Trump: Ez ji hevdîtina bi Kim Jong-un re dê şanaz bibim

Trump: Ez ji hevdîtina bi Kim Jong-un re dê şanaz bibim

23:37:13

 

Rojava News: Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Bloombergê re de ragihand ku ji hevtîna di şertên rast de bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re dê şanaz bibe.

Trump got: "Eger hevdîtina pê re bo min munasîb be, ez ji vî yekî şanaz im. Eger di bin şert û mercên rast de pêk bê."

Trump ragihand ku ev daxuyanî bo siyasetmedarên welatên Rojava ne hêsan e û wiha pê de çû: "Gelek siyasetmedar vê yekê nabijên. Lê ez, dibêjim ku di şertên rast te, ez dikarim hevdîtin bikim."