Pûtîn û Trump wê îro bi rêya telefonê biaxivin

Pûtîn û Trump wê îro bi rêya telefonê biaxivin

13:59:49

 

Rojava News: Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî serast kir ku wê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê biaxivin.

Qesra Spî îro di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê biaxivin û madeya wan a sereke jî wê mijara Sûriyeyê be.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê mijarê de ji ajansa Spûtnîkê re got: "Belê raste, di navbera herdu serokan wê hevdîtineke telefonî pêk were û em vê serast dikin."

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî axaftina herdu serokan bi seeta Moskowê wê di 19.30an de pêk were.

Serokê Rûsyayê Pûtîn di 28ê Rebendanê de axaftina xwe ya peşî bi Trump re kiribû û mijara wan jî krîza Sûriye û tekoşîna dijterorê bû.