Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir!

Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir!

12:35:45

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Fermandarê Hêza Ewropa yê Amerîkayê Curtis Scaparrotti di serdana xwe ya hefteya borî ya Enqereyê de endîşeya xwe ya Rojava gihandiye Hulusi Akar

Gengeşiya navbera Enqere û Washîngtonê ya êrişa Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) ku li dijî Şingal û Rojava êrişî çeperên kurd kiribûn didome. Li gorî Curtis Scaparrotti, TSK di êrişa Şingal û Rojava da kordînasyona pêwist bi Amerîkayê re dananî. Derbarê mijarê de daxuyanî ji berdevkê Fermandariya Hêza Ewropa ya Amerîkayê Danny Hernandez hat.

Berdevkê Fermandariya Hêza Ewropa ya Amerîkayê Danny Hernandez di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de got: "Fermandar Curtis Scaparrotti hefteya borî di serdana xwe ya Enqereyê de endîşeya xwe ya êrişa Şingal û Rojava gihande Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar. Ji bo ku TSK berî êrişa Şingal û Rojava kordînasyona pêwist bi Amerîkayê re dananî. Ji vê zêdetir ez nikarim agahiyan bidim."