Trump Stratejiya nû ya li dijî terorê amade kir

Trump Stratejiya nû ya li dijî terorê amade kir

14:01:22

 

Rojava News: Stratejiya nû ya Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji welatên Hevpeymaniya Navnetewî dike, bo jinav birina terorê erkekî zêdetir bigrin ser xwe, ji ber ku ew gefek e ti demê bidawî nabe.

Di reşnivîsa wê stratejiya nû ya Trump de, ku ji 11 rûpelan pêk hatiye û ajansa “Reuters” û hin zanyarî jê belav kiriye, ku pêwîste xercên “mezin” a leşkerî bidûr bikevin.

Ew belgeya ku di mehên bê de derdikeve tê de hatiye, divê operasyonên li dijî grûpên cîhadista cîhanî zêde bibin, di heman demê de jî divê “xwîn û saman” a Amerîkî di cibicîkirina armancan de jî kêm bibin.

Herwiha ew bilege dibêje, bo cibicîkirina armancan hewl tê kirin bo dûrketina ji destêwerdana leşkerî ya berfereh û xerciya mezin. Ligel hevpeymanan kar bo parvekirina erkan tê kirin.

Lê ew steratejiya nû ya Trump dan bi wê dide ku teror ti awayekî bidawî nabe.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encûmena Asayişa Netewî di Koşka Spî de Michael Anton dibêje, di çarçova peyrewa me ya giştî de, rêveberiya Amerîka bi nêrînên nû li asayişa netewî ya Amerîkî di hemû waran de dinêre, ji wan jî erkê rûbirûbûna terorê, yak u bi girîngî tê dîtin, ji ber ji sala 2011an vet i stratejî wek vê nehatiye ragihandin.

Herwiha got jî, “Stratijiya nû li dijî gefên terorê yên metirsiyê dixin ser welat, welatî û berjewendiyên me yên li derve û hevpeymanên me ye. Herwiha ev stratejiya nû roniyê dixe li ser armancên diyarkirî û karînên cibicîkirina wan jî heye.