Dengdayîna hilbijartina tura duyemîn a serokomariya Fransayê birêve diçe

Dengdayîna hilbijartina tura duyemîn a serokomariya Fransayê birêve diçe

11:57:03

 

Rojava News: Dengdayîna tura duyemîn ya hilbijartina serokomariya Fransayê îro berê sibehê li wî welatî destpê kir.

Wek tê zanîn di tura yekemîn de li gorî encaman namzedê serbixwe Emmanuel Macron ji sedî 23.82ê dengan wergirt bû û namzeda Partiya Niştîmanî Marine Le Pen jî ji sedî 21.58ê dengan wergirti bû.

Herwiha di hilbijartina îro de Emmanuel Macron yan jî Marine Le Pen dê ji bo serokomariya Fransayê were hilbijartin.

47 mîlyon hilbijêrên frensî di hilbijartina îro ya serokomariya Fransayê de wê dengê xwe bidin. Di tura yekêm de ji sedî 78 hilbijêran dengê xwe da bûn û tê pêşbînîkirin ku rêjeya tevlîbûnê li gorî tura yekemîn kêmtir be.

Li seranserê Fransayê sibehê seet li 08.00an dengdan destpê kir û seet 19.00an diqede. Piştî dengdayîn qediya wê anketên derketina sindoqan werin parvekirin. Piştî nîvê şevê doneyên nefermî yên hilbijartinê wê ji terefê Wezareta Navxweyî ve werin eşkerekirin.