Boko Haramê 82 keçên revandibû serbest berda

Boko Haramê 82 keçên revandibû serbest berda

12:14:57

 

Rojava News: Li Nîjeryayê 82 Keçên Chilbok ên beriya 3 salan ji aliyê rêxistina tundrew Boko Haramê ve hatibûne revandin, serbest hatine berdan.

Rêxistina Boko Haramê di sala 2014ê de li Nîjeryayê 276 Keçên Chilbok revandibûn.

Berdevkê Wezareta Ragihandinê yê Nîjeryayê Segun Adeyemi, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, ku li hember azadkirina dîlên Boko Haramê, rêxistinê jî 82 keçikên hatibûne revandin, li sînorê Kamerûnê berdane.

Adeyemî got, ku bi awayeke sax û silamet gihiştine cem hêzên ewlekariyê.

Rêxistina Boko Haramê di 14ê Nîsana 2014ê de, li bajarê Chibok a wîlayeta Bornoyê biser dibistanekê de girtibû û 276 xwendekarên keç revandibû.

Piştî bûyerê 57 keçik ji destê vê rêxistinê reviyabûn lê ji 219 xwendekaran agahî nehatibû wergirtin.