12:33:06
Rojava News: Wezareta berevaniya Amerîka Pentagon ragihand ku leşkerê hêzên deryayî yê Amerîka yê li Somaliyê hatî kuştin di dema şerê dijî gurûpa terorîst el-Şebab de, serokê hêzên taybet ên şer Kyle Miliken e.
Pentagon di daxuyaniyekê de got Miliken ê 38 salî roja pêncşemê hate kuştin dema li herêmeka 65km li rojavayê Mogadîşo ya paytext, leşkerên somalî dadixist balafireke Amerîka rastî êrîşekê hat.
Miliken ew yekem leşkerê Amerîkî ye ku ji dema şerê mirdarê sala 1993an ve tê kuştin.
Rêveberek leşkerê Amerîka ji Dengê Amerîka re got bi kêmanî du serbazên din ên hêzên deryayî û wergêrekî birîndar bûn di êrîşa gundê Barire de li rojavayê Afgoye.
Komandariya Amerîkî ya Afrîqî ku berpirsiyar e li dor operasyonên leşkerî yên Amerîkî li Afrîqa, got hêzên Amerîkî rastî êrîşê hatin di dema erkeke rawêjkarî û alîkariyê de li gel hin endamên artêşa niştimanî ya Somalê.
