11:13:57
Rojava News: Di nav 2 rojan de 6 hezar penaberên ku hewl didan bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibin, ji xeniqandinê hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku li Derya Spî herêma di navbera Lîbya û Îtalyayê de dimîne di nav 2 rojan de 6 hezar penaber hatin xilaskirin.
Penaber dema ku hewl didin bêdestûr ji Efrîqayê derbasî Ewropayê bibin, herî zêde ji Qanala Sîcîlyayê ya ku di navbera Lîbya û Îtalyayê de dimîne derbas dibin.
Ji ber ku ev rê ji hêla penaberan ve zêde tê xebitandin gelek caran li ser vê rêyê keştî binav dibin û bi sedan penaber dixeniqin.
Li gor nûçeya kanala Raînewsê ya Îtalyayê, keştiyên saziyên civakî yên sivîl, hêzên leşkerî û Fermandariya Hêzên Qeraxê ya Îtalyayê bi hev re li qeraxên Lîbyayê xebatên xwe didomînin.
Li gor vê nûçeyê ji 40 keştiyên ku tije penaber bûn di nav du rojan de bi tevahî 6 hezar penaber sax hatin xilaskirin.
Hat gotin ku rayedar van penaberên ku hatine xilaskirin dibin bendergehên cuda yên Îtalyayê.
Wezareta Karên Navxweyî ya Îtalyayê roja înê daxuyandibû ku ji serê salê vir ve rêjeya penaberên ku tên li gor heman heyama par ji sedî 30 zêde bûne.
