James Mattis:Projeya navçeyên aram ne zelale

James Mattis:Projeya navçeyên aram ne zelale

12:44:36

 

Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis ragehand ku, welatê wî ji nêzîk ve lêkolînê derbarê pêşniyara navçeyên aram li Sûriyê dike .

Roja 4 vê mehê di danûstandinên Astanayê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 herêmên ku şer lê bê kêmkirin li Sûriyê îmze kiribûn, ji pêr ve jî ketiye warê cibicîkirinê ku Idilb û bakurê Himsê, gundewarê Lazqiyê û başûrê Sûriyê li xwe digire.

Derbarê wan navçeyên aram Mattis da zanîn ku, ji zû de jî ew li çareseriyekê digerin, Amerîka dê lêkolînê bike, lê heta niha ew prose ne zelal e, ka kî yê gerantiya aramiya wan herêman bike û kîjan grûpên opozîsyonê dê li derve bimîne.

Derbarê ku avakirina wan 4 deveran dê bibe sedemek ku şer li Sûriyê bidawî bibe, Mattis got: “Şeytan her di hûrgiliyan de ye, loma divê em bêhtir lêkolînê derbarê hûrgiliyan de bikin.”

Ji aliyê xwe ve, îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim got, heger grûpên opozîsyonê yên çekdar pabendî rêkeftinê bûn, ew jî pabend bibin, lê rêjîm dê berdewam be di şerê grûpên terorist de.