13:22:20
Rojava News Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Derya Spî 2 keştiyên koçberan binav bûye û 250 koçber windane.
Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 keştiyên koçberan li Deryaya Spî binav bûn û zêdetirî 250 kes windane û metirsî heye ku jiyana xwe ji dest dabin.
Li gor nuçeya Associated Press'in (AP) yek keştî li nêzîkî Libya binabuye ku tê de 163 kes hebuye. Hat zanîn ji 163 kesan tenê 7 kes hatin rizgarkirin.
Belema plastîkî ku tê de 132 kes hebu binav bû û hat zanîn jê 50 kes li peravê Sicilya hatina rizgarkirin.
