Rojava News: Yekîtîya Awrupa “milyar dolaran, bo şerê dijî Daişê li Îraq û Sûrîyê terxan kirin.
Fêdirîka Mogrînî, berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Awrupa, dîyar kir; ji bo rûbrûbûna Daişê û alîkarîkirina wan hêzên li dijî terorê şerî dikin, bi taybet wan awareyên ji ber şerî awarebûne, Yekîtîya Awrupa dê milyar dolaran pêşkêş bike.
Daye zanîn jî: çil ji sedê ya wî pareyî dê bo alîyê mirovatî bê xerckirin û şêst ji sedê jî dê bo alîkarîya wan hêzan be yên şerê jinavbirina Daişê li Îraq û Sûrîyê dikin.
