Lavrov wê bi Trump re hevdîtinekê pêk bîne

Lavrov wê bi Trump re hevdîtinekê pêk bîne

13:22:41

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro wê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê pêk bîne.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Rûsyayê jî serast kir ku îro wê Sergey Lavrov û Donald Trump li Washîngtonê hevdîtinekê pêk bînin.

Herwiha Sergey Lavrov di çarçoveya pêwendiyên xwe de wê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re jî civînekê li dar bixe. Li gorî pêşbîniyan herdu wezîr dê mijara krîza Ûkrayna û Sûriyeyê biaxivin.

 Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve di hevdîtinê de herdu alî wê ji xeyrî mijarên rojane mijarên serekê yên ku di rojeva navneteweyî de e jî binirxînin.