Rusya bo Amerikayê : Pêwistiya me bi pêşniyarên we nîn e!

Rusya bo Amerikayê : Pêwistiya me bi pêşniyarên we nîn e!

10:24:32

 

Rojava News: İgor Konaşenkov Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê, da zanîn Generalê amerîkî pêşniyar kiriye ku rojnamevan jî beşdarî tatbîqatên rûsyayê bibin û got:"Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ne hewceyî pêşniyarên biyanan e."

Konaşenkov derheqê tatbîqatên ku li Rûsyayê tên kirin de got:"Em ne hewceyî pêşniyarên kesên ji derve ne." Kunaşenkov wiha berdewam kir bêyî ku pêşniyar hebin em her sal van tatbîqatan çêdikin û emê çêkin jî. Her sal gelek rojnamevan beşdarî tatbîqatên me dibin. Herî dawiyê tatbîqata stratejiyê ya binavê Kavkaz-2016 ji aliyê 110 rojnamevanên biyanî ve hatiye temaşekirin."

Konaşenkov, li hemberî peyvên general Hodgesî got:" Nayê fêmkirin ku bê beşdariya rojnamevanan ya tetbîqatan ji bo çi endîşeyê di generalê amerîkî peyda dike."