13:21:58
Rojava News: Serokomarê nû yê Fransa di yekem gotar û axiftina xwe de, gef li grubên terorîst ên li cîhanê kirin.
Îro 14.05.2017ê serokomarê nû yê Fransa İmanuel Macron dest bi kar kir û di yekem axiftin û gotara xwe de ragehand, cîhan bi giştî, Ewropa zêdetir ji hemû demekê pêwîstiya xwe bi Fransayê heye.
Macron gef li grubên terorîst ên cîhanê xwarin û ragehand: ‘’Emê li hemû cîhekê li dijî terorê rawestin.’’
Fransa wek welateke Ewropa hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de welateke pir çalak e û bi balefirên şer ve binkeyên wê rêxistinê ji destpêkê ve bombebaran dike.
Herwaha di destpêka êrîşên DAIŞê yên li ser başûrê Kurdistanê de Fransa, ku dosteke kevin ê Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye, bi rêkirina çek û teqemenî, şêwirmendên leşkerî û bombebarana binkeyên DAIŞê ve alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û herêma Kurdistanê dike.
