Lavrov: Trump, bi Rûsyayê re tim behsa diyalogê kiriye

Lavrov: Trump, bi Rûsyayê re tim behsa diyalogê kiriye

11:43:19

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ji bo Serokê Amerîkayê Trump got: "Trump tim behsa diyalogê û di çarçoveya berjewendiyên hevpar de pêşxistina têkiliyan kiriye."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê tevlî bernameya ‘Dema Bazarê' (Voskresnoe Vremya) û di axaftina xwe de ji bo Serokê Amerîkayê Trump got: "Trump tim behsa diyalogê û di çarçoveya berjewendiyên hevpar de pêşxistina têkiliyan kiriye."

Sergey Lavrov di axaftina xwe de behsa Trump kir û got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump ne berî kampanyaya hilbijartinê û ne jî piştî rûniştina qoltuxê xwe yê serokatiyê behsa têkilî û pêwendiyên baş ê Rûsyayê nekiriye. Eksê wê Trump dixwaze di çarçoveya berjewendiyên dualî û rêzgirtinê de têkiliyan bi hemû dewletan re deyne."

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: Dema ez behsa berjewendiyên hevpar dikim, qesta min tekoşîna dijterorê ye. Di rastiyê de hevgirtiya Serok Trump tucarî xera ne bû û her dem wekî xwe ma."

Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di hevdîtina me ya li Washîngtonê de Wezîrê Derve Rex Tillerson û donal Trump hebû û mijara me ya sereke rewşa dawî û pêşeroja Sûriyeyê bû. Di mijara Sûriyeyê de gelek nêrînên me û Amerîkayê yek in."