Kerry: Cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de nine!

Kerry: Cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de nine!

Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di Konferansa Ewlekariyê ya Cîhanî de ragihand ku, pêwîst e ew li hember DAIŞê ti şaşiyekê nekin. Herwiha da zanîn ku, cihê Serokê Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne.

John Kerry di Konferansa Ewlekariyê ya Cîhanî de gotarek pêşkêş kir û behsa stratejiya jinavbirina rêxistina DAIŞê kir.

Kerry behsa serkeftinên Hêzên kurdî li Kobanî kir û wiha got: “Divê em guvaşê bixin ser DAIŞê da ku taktîkên xwe biguhere, wek çawa me li Kobanî pêk anî.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê wiha domand: “Divê em hevpeymaniya xwe berfireh bikin û dîplomateke wiha bikar bînin ku hevkariya wan hemû hêzan bikin, ku wek hêzên kurdî li Iraqê şerê DAIŞê dikin, ji ber ku em dizanin pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”
Herwiha John Kerry di gotara xwe de tekez kir ku, “Di pêşeroja Sûriyê de, ti cihê Esed nîne. Nave ku dîktatoriyeke wiha dîsa dûbare bibe.”

Kerry amaje bi wan tawan û qirkirinên DAIŞê da û got: “Niha em şahidê wan hemû tawana ne, ku li hember jin, zarok û hemû kesî tên pêkanîn. Em nikarin wan efû bikin, divê em rûbirûyê wan werin û wan jinav bibin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê wiha domand: “Em li ser stratejîyetekê axivî ne ku çawa em rêxstina DAIŞê bişkînin û çavkaniyên wê yên darayî lawaz bikin, ji ber ku navçeyeke berfirek xistine destê xwe de û qezencê jê dibînin.”

John Kerry gotara xwe wiha qedand: “Metirsî heye ku DAIŞê hinek welatên din bike armanca xwe. Pêwîsta em sedema belavbûna wê liber çav bigirin.”