Swêd: Wargeha penaberan şewitî

Swêd: Wargeha penaberan şewitî

12:09:53

 

Rojava News.: Li bajrê Vexjo yê li başûrê Swêdê di wargeheke penaberan de şewat derket.

Hat ragihandin ku li bajarê Vexjo yê li başûrê Swêdê di wargeheke ku 200 penaber lê dimînin de şewat derket.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan TTê, şefê agirkujiyê Joakim Karlsson diyar kir ku wan bi 3 wesayîtên agirkujiyê midaxaleyî şewata ku bişev derket, kir û herwiha di şewatê de ciyên ji dar bi temamî şewitîn û ji ber ku wargeh di wextê xwe de hat valakirin, kesek nemir an jî birîndar nebû.

Timên polîsan der barê şewatê de lêpirsîn dan destpêkirin û herwisa hat destnîşankirin guman heye ku mexsûs agir berdabin wargehê.