13:32:59
Rojava News: Hat îdîakirin ku Serokê DYAyê Donald Trump dê berdevkê Qesra Spî Sean Spicerî ji karî derxîne û dê pêşkêşvana Fox Newsê û modela berê ya Victoria's Secretê, Kimberly Guilfoyle li cihê wî tayîn bike.
Li gorî îdîayan, Trump paln dike ku pêşkêşvana Fox Newsê û modela berê ya Victoria's Secretê Kimberly Guilfoyle bike berdevka Qesra Spî.
Guilfoyle bi rojnameya San Franciscoyê re li ser mijarê axivî û go," wek welatperwerekê, ez ê serfiraz bim ku xizmeta welatê xwe bikim. Ez wiha difikirim ku ev dê ji bo min tiştekî bêhempa be. Ev karekî dijwar e ku pêwîstiya wî bi ezm û baldariyê heye. Kesê vî karî bi rê ve bibe, divê xwediyê agahiyên kûr be û di pêwendîdanînê de serkeftî de serkeftî be."
Ji aliyê din ve, Guilfoyle diyar kir ku ev nêzîkî deh salan e ku Trumpî dinase û got, têkiliyên min serokî re baş in. Ez ji têkiliyên zelal, jidil û rast hez dikim. Bawerî û hevgiriyê çêdikin. Ev jî giring in daku mirov di pozisyona berdevkiyê de bi ser keve."
Fox Newsê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku peymana Gulfoyleyê demdirêj e û teqez kir ku "pêşkêşvan dê neçe ti deran".
